Şam – SANA
Serokê Yekîtîya Odeyên Bazirganîyê yên Sûrîyê Ela’ El-Elî, û Serokê Yekîtîya Odeyên Bazirganîyê yên Îraqê Amir El-Fehdawî, di çarçoveya çalakîyên gera 63an a Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê de, bîrnameyeke lihevkirinê ji bo xurtkirina hevkarîya bazirganî û veberhênana hevbeş îmze kirin.
Yekîtîyê, duh Înê, da zanîn ku îmzekirin bi amadebûna karbidestê Balyozxaneya Îraqê li Şamê Cubeyr Şelal ʼUgab, hejmarek nûnerên ji her du welatan û alîyên çalak di warê aborî û bazirganî yên Sûrîye û Îraqê, li beşê Yekîtîya Odeyên Bazirganîyê yên Sûrîyê, pêk hat.
Armanca bîrnameyê ew e ku tevgera pevguhertina bazirganîyê çalak bibe, têkilîya rasterast di navbera civakên karsazîyê yên her du welatan de xurt bibe, û veberhênan û şirîkatîyên hevbeş geş bibin, bi awayekî ku beşdarîyê di berfirehkirina asoyên hevkarîya aborî û çespandina têgeha Sûrîye û Îraqê wek du şirîkên bazirganî û aborî de bike.
