Şam-SANA
Wezareta Aborî û Pîşesazîyê, îro Pêncşemê biryara avakirina yekemîn Encumena Rêvebirîya Damezrîner a Encumena Hinardekarên Sûrî derxist, bi armanca birêkxistina karê encumenê û xurtkirina rola wê di piştgirîkirina sektora hinardekirinê û geşepêdana hinardeyên Sûrîyê de.
Wezaretê îro Pêncşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku Ebdilqadir Mihemed Tehan serokatîya encumenê dike, û encumen jî ji neh endaman pêk tê ku di nav wan de du cîgir, du sekreter û nûnerên sektorên hinardekirina berhemên tevnkarîyê, berhemên xurekî, xizmetên lojîstîk, berhemên kîmyewî, berhemên çandinîyê, berhemên destkarî, û ji sektora bazirganîyê, Wezareta Aborî û Pîşesazîyê – Rêveberîya Giştî ya Aborîyê û Desteya Piştgirî û Geşepêdana Berhemên Xwecihî û Hinardeyan hene.
Biryarê destnîşan kir ku Encumena Rêvebirîya Damezrîner dê erk û taybetmendîyên ku di biryara hejmar /73/ a dîroka 13 / 4 / 2026an de hatine dîyarkirin, bigire ser xwe.
Li gorî biryarê, Encumena Rêvebirîya Damezrîner pabend e ku raporên dewrî (yan dema ku bên xwestin) pêşkêşî Wezareta Aborî û Pîşesazîyê bike ku tê de planên kar, destkeftî, astengîyên li pêşîya sektora hinardekirina Sûrîyê û pêşnîyarên pêwîst ji bo derbaskirina van astengîyan tên nîşandan.