Şam-SANA
Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê rêkeftinekê ligel Tora Axa Xan a Geşepêdanê îmze kir, ku armanca wê bihêzkirina hevkarîyê di cîbicîkirina projeyên av û avrêjê û başkirina birêvebirina domdar a çavkanîyan di hejmarek deverên Sûrîyê de ye.
Alîkarê Rêveberê Rêveberîya Giştî ya Avê “Tahir El-Omer” dîyar kir ku: Rêkeftin balê dikişîne ser pêşxistina binesazîyên avê li bajarê Selemîyê û gundewarê wê li parêzgeha Hemayê, bi rêya nûjenkirina xetên veguhastinê û avakirina îstgehên pompekirinê û tankên avê yên nû, tevî bikaranîna enerjîya nûjen di van projeyan de.
Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Cîbicîkar ê Sazîya Axa Xan Dr. “Muhened Ibêdo” eşkere kir ku: Sazî hewl dide piştgirîya xebatên hikûmî û civakî bike, yên ku armanc wan başkirina gihîştina xizmetên av û avrêjê, bi rêya cîbicîkirina projeyên binesazîyê yên domdar ku pêdivîyên deverên hatine armanckirin dabîn dikin.
Her weha Nûnerê Nîştecih ê Tora Axa Xan li Sûrîyê “Xetfan Ecûb” tekez kir li ser pabendbûna torê bi piştgirîkirina xebatên hikûmî û civakî ji bo dabînkirina ava vexwarinê ya paqij, û bal kişand ser terxankirina budceyeke ku zêdetirî 100 milyon euroyî ye ji bo cîbicîkirina projeyên geşepêdanê di salên 2026 û 2027an de.

