Hesekê-SANA
Rûberên çandinîyê, piştî çinîna genim û ceh li parêzgeha Hesekê —ku zêdetirî 800 hezar hektarî ye— di werza havînê û beşekî payîzê de, zevîyên çêrandinê yên belaş in ji bo sewalên kesên ku karê ajelvanîyê dikin, û ji wan re dibe çavkanîyeke girîng a êm. Mesrefa xwedîkirinê kêm dike, bi taybetî di dema ku bihayê êmê konsantre, ceh û kapikê roj bi roj bilind dibe.
Alîkarê Birêvebirê Çandinîyê, Endezyar Izzedîn El-Heso, dîyar kir ku ev rûber ji bo çêrandina pez, bizin û çêlekan tên bikaranîn, an jî welatî pûş û sinbilên li wan zevîyan mane kom dikin û wek êm didin ajelan û beşekî jê ji bo zivistanê hiltînin.
Her wiha wî destnîşan kir ku ew sinbilên piştî çinînê dimînin, êmekî nirxdar e ji ajelan re, û ew pûş û ka jî sûde ji wan tê wergirtin, dema bi êmên konsentre û yê şîn re bo sewalan tên dayîn.


