Şam-SANA
Alîkarê Wezîrê Veguhestinê yê Sûrîyê Mihemed Rehal ligel Cîgirê Wezîrê Veguhestinê yê Erebistana Siûdî Rumeyh El-Rumeyh, bi rêya peywendîyeke vîdyoyê, rêyên xurtkirina hevkarîyê di warên veguhestina bejayî, rêyên tirênê, xizmetên lojîstîk û geşepêdana korîdorên veguhestinê yên herêmî de, gotûbêj kirin.
Her du alîyan amadebaşîya benderên Laziqîye û Tertûsê ji bo pêşwazîkirina baran û veguhestina wan bi rêyên bejayî, û çalakkirina benderên zuha û herêmên lojîstîk bi mebesta piştgirîya tranzîtê nirxandin. Her wiha zêdebûna tevgera barhilgiran li ser xeta (Tirkîye–Sûrîye–Urdun–Erebistana Siûdî) ji bo 30 kamyonan di rojê de, ligel pêşbînîkirina ku bigihêje 100 kamyonî gotşbêj kirin, û piştrast kirin ku dergehê sînorî yê Nesîbê, di amadebaşîyê de ye.

Ji alîyekî din ve herdu alîyan çalakkirina xeta (El-Tenef–El-Welîd–Erʼer) wekî rêyeke alternatîf di navbera Sûrîye, Iraq û Erebistana Siûdî de ji bo ku qerebalixîya li ser dergehê Nesîbê kêm bikin gotûbêj kirin, digel nûjenkirina rêya El-Tenefê û guhertina mîkanîzmaya kar li dergehê Cidêdet Erʼerê da bibe tranzîta yekser. Her wiha plana çaksazkirina korîdora navdewletî M45 a bi dirêjîya 500 km û nerîna paşerojê derbarê rêyên bi pereyan, hatin nirxandin.
Di dosyaya lojistîkê de, her du alîyan çareserkirina derengketina vîzeyên ajokaran û hêsankirina derxistina vîzeyên ji bo gelek geştan derbasdar in di serdana nêzîk a Wezîrê Veguhestinê yê Siûdîyê ji bo Şamê de nîqaş kirin. Her wiha li ser mercên kamyonan (ku temenê wan ê xebitandinê kêmî 22 salan be) û nûjenkirina ruxsetên ajotinê, li hev kirin.
Di warê girêdana rêyên tirênê de, xebitandina xeta (Heleb–Şam) û girêdana wê bi benderan re, û amadekirina lêkolînekê derbarê encamên girêdana çaralî (Sûrî-Siûdî-Tirkî-Urdunî) hatin gotûbêjkirin, her wiha xeta ku başûr bi Urdunê ve girêdide ya bi dirêjîya 100 km, û amadekarîyên ji bo îmzakirina bîrnameyeke lihevkirinê di warê rêyan de di serdana çaverêkirî de, hatin nirxandin.