Şam-SANA
Tibaba kelûpelên ku bi rêya Rêveberîya Rêxistina Veguhastina Kelûpelan di Wezareta Veguhastinê ya Sûrîyê di meha Tîrmeha borî de hatine veguhastin, gihîşt 3 mîlyon û 554 hezar û 323 tonan; ji wan 3 mîlyon û 427 hezar û 490 ton li hundirê Sûrîyê û 126 hezar û 833 ton jî ji bo derveyî welat bûn.
Rêveberê Rêveberîyê Xalid Keshe, ji SANAyê re da zanîn ku tevahîya hejmara barên hatine cîbicîkirin di Tîrmeha borî de gihîşt 221 hezar û 603 baran, ku li ser 69 hezar û 723 barên rêzê “yên ku bi rêya ofîsên rêzê hatine cîbicîkirin” û 151 hezar û 880 barên taybet hatin dabeşkirin.
Navorî dîyar jî kir ku parêzgeha Helebê ji alîyê tibaba kelûpelên ku li hundir hatine veguhastin di rêza yekem a parêzgehan de cî girt ku gihîşt 1 mîlyon û 421 hezar û 253 tonan, li pey wê Dêrezor bi 499 hezar û 527 tonan, Tertûs bi 456 hezar û 22 tonan û Reqa bi 393 hezar û 930 tonan.
Keshe li dawîyê jî got ku tibaba kelûpelên ku bo derveyî Sûrîyê hatine veguhastin bi awayekî sereke li Îdlibê bi rêjeya 115 hezar û 40 tonan bû, li pey wê Tertûs bi 10 hezar û 893 tonan û Laziqîyê 900 ton bû.