Şam – SANA
Rêveberê Cîbicîkar ê Şirketa Sûrîyê ya Petrolê Yûsif Qeblawî, bi şandeyeke ji Wezareta Enerjîyê ya Erebistana Siûdî re ku nûnerên gelek kompanyên mezin ên Siûdî yên di sektora enerjîyê de dixebitin li xwe digirt, asoyên hevkarîya hevbeş di her du sektorên petrol û gazê de gotûbêj kirin.
Kompanyê duh Çarşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku di civînê de derfetên veberhênanê yên berdest hatin nirxandin û qadên hevkarîyê hatin gotûbêjkirin, ligel pevguhertina nêrînan li ser çend mijarên xwedî girîngîya hevbeş bi awayekî ku beşdarîyê di piştgirîya projeyên geşkirina sektora enerjîyê û xurtkirina derfetên veberhênanê li Sûrîyê bike.