Şam- SANA
Desteya Geşepêdana Projeyên Biçûk û Navîn ên girêdayî Wezareta Aborî û Pîşesazîyê ya Sûrî, îro destpêkirina yekem pêşbazî ji bo karsazên welêt ragihand. Armanca vê gavê avakirina bingeheke daneyan a giştî ji bo projeyên nûjen û afirîner e, her wiha xurtkirina rêyên têkilîyên rasterast di navbera ciwanên karsaz û desteyê de, ji bo vekirina asoyên tevlêbûna platform û bernameyên wê yên pêşerojê.
Desteyê îro Înê dîyar kir ku ev pêşbazî derfetê ji bo piştgirî û pêşvebirina projeyên nûhatî bi rêya girêdana wan bi derfetên perwerdeyê, hêzdarkirinê û têkilîyên aktîv vedike. Her wiha pabendbûna xwe ya hişk û bêşert ji bo parastina nepenîtîya daneyên ku di rapirsînê de derbas dibin û mafên fikrî yên hemû raman û projeyên pêşkêşkirî dubare kir. Destnîşan jî kir ku dema tomarkirinê ya dawî bi rêya lînka elektronîkî ya taybet di 24ê Gulana îsal de ye.
Ev pêşbazî di çarçoveya nerîna desteyê ya stratejîk ji bo piştgirîya jîngeha karsazî û vedîtinê li Sûrîyê, û xurtkirina beşdarîya projeyên nûhatî di geşepêdana aborî ya giştî de, bi rêya peydakirina sîwaneke giştî ji bo hêzdarkirin û pêşvebirinê pêk tê.