Bexda-SANA
Serokwezîrê Iraqê Elî Falih El-Zeydî ligel Nûnerê Serokatîyê yê Amerîkî Tomas Barak, projeya nûjenkirina xeta borîyên neftê ya Kerkûk-Banyasê û her wiha geşedanên rewşa li herêmê gotûbêj kirin.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyanîyekê de îro Sêşemê dîyar kir ku her du alîyan derbarê bipêşveçûna di cîbicîkirina memorandûma lihevkirinê ya ku ligel kompanya “TI Capital”ê ji bo nûjenkirina xeta Kerkûk-Banyasê hatiye îmzekirin gotûbêj kirin, ku ev xet wekî rêyeke girîng ji bo hinardekirina neftê û bihêzkirina tevakarîya aborî ya herêmî tê hesibandin.