Şam-SANA
Piştî temamkirina hemû amadekarîyan, sibe Şemîyê çalakîyên Pêşangeha Navdewletî ya Tekstîlê ya Sûrîyê “Nas-Tex 2026” li Bajarê Nû yê Pêşangehan li Şamê dest pê dikin.
Rêveberê Giştî yê Sazîya Giştî ya Pêşangeh û Bazarên Navdewletî Mihemed Hemze, îro Înê di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re ragihand ku zêdetirî 300 şirketên ku nûnertîya bêtirî 20 welatan dikin, beşdarî pêşangehê dibin.
Her wiha Hemze dîyar kir ku pêşangeh hêlên hilberînê û teknolojîyên herî nûjen di warên cuda cuda yên pîşesazîya tevnkarîyê de dihewîne, ku ev yek nîşana girîngîya zêde ya bi vê sektorê û derfetên pêşxistina wê ye.
Navborî destnîşan jî kir ku pêşangeh platformeke girîng e ji bo îmzekirina memorandumên hevtêgihiştinê û kişandina veberhênanên nû, ku ev yek piştevanîyê dide xurtbûn û başbûna sektora tekstîlê ya Sûrîyê.
Rêveberê Giştî yê Sazîya Giştî ya Pêşangeh û Bazarên Navdewletî Mihemed Hemze di dawîya axaftina xwe de piştrast kir ku ev pêşangeh pêngaveke girîng e ji bo vegerandina pêgeha Sûrîyê li ser nexşeya pîşesazîya tevnkarîyê li ser asta herêmî û navdewletî, û xurtkirina derfetên hinardekirina berhemên Sûrî.










