Şam-SANA
Serokê Yekîtîya Odeyên Bazirganî yên Sûrîyê Ela El-Elî û Serokê Odeya Bazirganî, Pîşesazî û Çandinîyê ya Beyrût û Çîyayê Libnanê Mihemed Şiqêr, memorandûmeke hevkarîyê ya hevbeş îmze kir.
Armanca vê memorandûmê pêşvebirina têkilîyên aborî yên di navbera her du welatan de û berfirehkirina rêyên hevkarîya bazirganî û pîşesazî di navbera aborînasên her du welatan de ye.
Îro Çarşemê, li kêleka civîna Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê yê Sûrîyê Nîdal El-Şe’ar û Wezîrê Aborî û Bazirganîyê yê Libnanê Amir El-Bisat û şandeya pê re, peyman li otela Four Seasonsê li Şamê hat îmzekirin.
Memorandûm li ser geşepêdana hevkarîya bazirganî û aborî di navbera her du alîyan de, pêşxistina tora ragihandinê ya di navbera endamên wan de û belavkirina derfetên ku di bazaran de hene, radiweste.
Ev yek dê bibe sedema xurtkirina pevguhertina bazirganî û aktîvkirina çalakîyên aborî yên hevpişk.




