Beyrût-SANA
Îro Înê, di encama êrîşa droneke Îsraîlê de li ser gundê Eba yê ser bi bajarê Nebetîye li başûrê Libnanê, polîsekî şaredarîyê hat kuştin. Di heman demê de, tîmên rizgarkirinê yên Berevanîya Sivîl termên du kesên din li gundê Teyr Deba li qezaya Sûrê ji bin kavilên xanîyekî derxistin.
Ajansa Nûçeyan a Niştimanî (NNA) ji ser zarê tîmên Berevanîya Sivîl ragihand ku wan karîbû du kuştîyan ji bin kavilên wî xanîyê ku firokeyên Îsraîlê piştî nîvê şeva borî li Teyr Debayê kiribûn armanc, derxin.
Her weha, droneke Îsraîlê êrîşî ser rêya giştî ya Teyr Deba – Sûrê li nêzî xaçerêya Şarnîyê kir û di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.