Şam-SANA
Alîkarê Wezîrê Enerjîyê bo Karûbarên Av û Elektrîkê Usame Ebû Zeyd, ligel nûnerên Rêxistina “World Vision” û bi amadebûna birêvebira bernameyên welatî yên rêxistinê Lauren Marriott, rewşa av û kanalîzasyonê, hewcedarîyên wê yên bingehîn û pêşgavîyên qonaxa bê gotûbêj kirin, bi awayekî ku piştgirîya rêça vejandina vê sektorê li Sûrîyê bike.
Wezareta Enerjîyê li ser kanala xwe ya Telegramê îro Pêncşemê dîyar kir ku Ebû Zeyd di dema civînê de tekez kiriye ku sektora av û kanalîzasyonê yek ji sektorên jînwarî yên girêdayî tenduristîya giştî, aramî û geşepêdanê ye.
Wezaret jî li gorî dîtineke tekûz kar dike ku armanca wê nûjenkirina binesazîyê, bilindkirina karîgerîya xebatê, û bihêzkirina domdarîya teknîkî û darayî ya xizmetguzarîyên ku ji welatîyan re tên pêşkêşkirin e.