Şam-SANA
Wezîrê Peywendî û Teknolojîyên Zanyarîyê Ebdulselam Heykel, di dema destpêkirina yekem ceribandina diravdana elektronîkî de ragihand ku Sûrîyê gav bi gav ber bi aborîya dîjîtal a cîhanî ve diçe, ya ku piştgirîya geşepêdanê dike û li gorî daxwazên jîyana nûjen e.
Wezîr Heykel tekez kir ku teknolojîyên darayî yên nûjen bingeheke pêwîst in ji bo pêşxistina aborîyê, baştirkirina xizmetguzarîyan û xurtkirina karîgerîya danûstandinên rojane. Wî destnîşan kir ku rêkûpêkîya di rêkar û miameleyan de, bingeha avakirina bawerîyê bi veguhertina dîjîtal û aborîya darayî ya nûjen û pêşkeftî ye.
Her wiha wî bal kişand ser wê yekê ku hevkarî ligel şirketên “Visa” û “Mastercard”ê, geşepêdana binesazîya darayî ya dîjîtal li gorî pîvanên cîhanî xurt dike.

