Şam-SANA
Sibe Pêncşemê li Bajarê Pêşangehan li Şamê bi serpereştîya Wezareta Çandinîyê û hevkarîya Sendîkaya Bijîşkên Veterîner û Yekîtîya Odeyên Çandinîyê yên Sûrîyê, çalakîyên 24emîn gera pêşangeha navneteweyî ya pêdawîstîyên çandinî û veterînerîyê “Agritex 2026” dest pê dike.
Di pêşangeha ku ji hêla Şirketa Atasî ya Rêkxistina Pêşangehan ve tê organîzekirin, zêdetirî 84 şirketên çandinî û veterînerîyê beşdar dibin.
Rêveberê şirketa amadekar Xazî El-Etasî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku zêdetirî 158 markeyên bazirganî ji şirketên herî girîng ku di warên veterînerî û çandinîyê de li Sûrîyê û welatên herêmê kar dikin, beşdarî pêşangehê dibin.