Şam-SANA
Sendîkaya Bijîşkên Veterînerî li Sûrîyê bi Rêxistina Xwarin û Çandinîyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) re, peymaneke xebata hevbeş îmze kir, bi armanca piştgirîya xwedîkerên ajalan li hejmarek ji parêzgehên Sûrîyê.
Peyman belavkirina 3300 ton êm ji bo xwedîkerên pez, bizin û çêlekan li parêzgehên Hema, Hims, Dera, Quneytira û Siweydayê li xwe digire. Her wiha, ji bo baştirkirina tenduristîya giştî ya ajalan û misogerkirina berdewamîya tenduristîyê, dê 3000 lître dermanên li dijî parazîtên derve werin dabînkirin.

Serokê Sendîkaya Bijîşkên Veterînerî, Dr. Hisên El-Bellan, dîyar kir ku ev peyman hevkarîya bi “FAO” re xurt dike û rola bijîşkên veterînerî di warê hişyarkirin û şêwirmendîya xwedîkirina tendurist de kûrtir dike. El-Bellan destnîşan kir ku mekanîzmayeke hûrbîn ji bo dîyarkirina sûdwergiran hatiye danîn, ku li gorî wê her xwedîker dê 500 kîlogram êm wergire.
Ev gava nû di çarçoveya projeyên rêxistinê de pêk tê, bi hevkarîya Wezareta Çandinîyê, ji bo piştgirîya sektora çandinîyê, avakirina şîyanên pîşeyî û dabînkirina vaksînên pêwîst ji bo parastina sermîyanê ajalan li Sûrîyê.
