Şam – SANA
Wezîrê Darayî, Mihemed Yusir Bernîyê, piştrast kir ku “Guhertoya Welatî” ya Budceya 2026an weşaneke salane ya hêsankirî ye ji bo xurtkirina şefafîyet û eşkereirina darayî, ne alternatîva Budceya giştî ya fermî ye ku wekî lêvegereke berfireh a pejirandî di Encumena Gel de dimîne.
“Guhertoya Welatî” armanc dike ku têgihiştina birêvebirina pereyê giştî hêsan bike bi rêya nîşandana nîşanderên darayî û alîyên xerckirinê, ligel girêdana destkeftên 2025an bi armancên 2026an re ji bo ronîkirina çawanîya arastekirina çavkanîyan ber bi pêşengîyên niştimanî ve.
Ev araste şefafîyet û pêbawerîyê bi rêya pêşkêşkirina agahîyên ku piştgirîya dîyaloga giştî û şopandina performansa hikûmetê dikin, xurt dike. Wezîr Bernîyê ev yek wekî pêngaveke yekem (li ser asta cîhanî tê peyrewkirin) ji bo pêşxistina eşkereirina darayî û bihêzkirina pirên bawerîyê bi welatîyan re dît.