Şam-SANA
Parêzgarê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Hesrîyê dîyar kir ku hevjîyana her du diravan, lîreya nû û lîreya kevn, dê berdewam bike heta dawîya heyama guhartinê ku heta 30yê Hezîrana bê hatibû dirêjkirin.
El-Hesrîyê îro Înê li ser rûpela xwe ya Facebookê got ku armanca vê rêkarê misogerkirina aramîya danûstendinan û hêsankirina karên veguhestinê ye. Wî tekezî li ser pêwîstîya pabendbûna tam a hemû sazî û kesan bi rênimayên derbarê vê mijarê de hatine derxistin kir.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku her binpêkirinek li dijî van rênimayan dê bibe sedema lêpirsîna yasayî û girtina rêkarên pêwîst li gorî yasa û pergalên berkar.