Şam – SANA
Wezîr Mihemed Yusir Bernîyê ligel Rêveberê Cîbicîkar Ebdulezîz El-Mela amadekarîyên vegera Sûrîyê bo Koma Erebî di Banka Cîhanî de di Cotmeha bê de, û xurtkirina amadebûna kadroyên Sûrî di çalakîyên bankê de gotûbêj kirin.
Wezareta Darayî dîyar kir ku hevdîtina Waşingtonê bernameyên heyî yên di navbera Sûrîyê û Banka Cîhanî de, û rola Koma Erebî di piştgirîkirina wan û şopandina pêdivîyên qonaxa bê de gotûbêj kirin.
Wezîr Bernîyê, berî niha îro serokatîya civîna maseya gilover a teknîkî ya koma dostên Sûrîyê kir, bi armanca gotûbêjkirina pêşînîyên başbûn û jinûveavakirrinê.