Şam – SANA
Banka Bazirganî ya Sûrî ligel Kompanya “El-Fûad” a Hinartina Pereyan peymanek îmze kir. Armanca peymanê hêsankirina wergirtina welatîyan bo heqdestên xwe û berfirehkirina qada xizmetên bankî ye.
Bankê (bi rêya SANAyê) ragihand ku peymana ligel Kompanya El-Fûad derfetê dide xwedîyên kartên bankê ku karên “kişandina dirav”, “razandina dirav” û “hinartinê” di navendên kompanyê de bikin. Ev gav ji bo berfirehkirina tora xizmetguzarîyê ye, bi taybetî li parêzgehên Bakur, da ku gihîştina welatîyan bi xizmetên bankî hêsantir bibe.
Banka Bazirganî di 19ê Sibatê de jî, bi hevkarîya Kompanya “Şexaşîro”, xizmetek dabû destpêkirin ku rê dide xwedîyên kartên elektronîk da ku karên xwe yên darayî di şaxên kompanyê de li parêzgehan encam bidin.