Şam – SANA
Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîyê mafdarbûna gilî û gazincên karmendan derbarê derengketina mûçeyan de pejirand. Wî tekez kir ku wezaret bi ciddî vê kêmasîyê dişopîne ji bo çareserkirinê.
Wezîr Bernîyê (îro Sêşemê) zelal kir ku sedema derengketina mûçeyan xemsarîya hinek alîyan di bilindkirina xişteyan de ye, û wî giştînameyek derxist ku wan bi lîsteyên meha Nîsanê pabend dike. Her wiha tekez kir ku kar li ser niştecîkirina mûçeyan û dîtina çareserîyên teknîkî ji bo xanenişînan tê kirin, û gefa eşkerekirina navên wan alîyên ku di paşerojê de dereng bikevin xwar.
Mûçeyên meha Adarê ji ber hin sedemên teknîkî û bankî di sîstemên “Dayîna Elektronîkî” de dereng man, ku ev yek bû sedema zêdebûna gilî û gazincên karkeran.