Şam – SANA
Wezareta Enerjîyê ragihand ku piştî yekîneyên Artêşa Sûrîyê sibeha îro Yekşemê Bendava Firatê kontrol kirin — piştî rizgarkirina wê ji bin destê rêxistina HSDê ya ku bi salan dest danîbû ser — rêvebirina bendavê û xebitandina dezgehên wê radestî karmend û teknîsyenên pispor hat kirin.
Wezaretê dîyar kir ku Bendava Firatê yek ji girîngtirîn sazîyên av û enerjîyê ye li welat; ji ber ku santraleke hîdroelektrîkê di nava wê de li alîyê rastê yê bendavê heye, ji heşt komên berhemhênanê pêk tê û hêza her yekê 110 megawat e.
Her wiha amaje bi wê yekê kir ku Gola Firatê (Gola Tepqa) li rex bendavê ye, dirêjahîya wê nêzîkî 80 kîlometrî ye û firehîya wê digihîje 8 kîlometreyan. Rûberê wê nêzîkî 640 km² ye û qebareya wê ya herî zêde ya depokirinê digihîje 14.1 mîlyar metrekub, 304 metreyan di ser asta deryayê re ye.