Cinêv-SANA
Şandeya Desteya Pîvan û Pîwerên Sûrîyê bi serokatîya Rêveberê Giştî Yasir Ilêwî beşdarî çalakîyên gera 49an a Desteya Destûra Xurekan (CAC49) bû, ku li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê di navbera 6 û 10ê vê mehê de hat lidarxistin.
Di dawîya xebatên xwe de îro Înê, ger bû şahida pejirandina komek pîvan û rênimayên navneteweyî yên nû di warên ewlehîya xurekan, nîşankirina hilberên xurekê, pêkhateyên lêzêdekirî, paqijîya xurekan, rûn û dohn, bermayîyên dermanên veterînerîyê û rêbazên analîzkirin û wergirtina nimûneyan. Her wiha guhertinên di rêbernameya rêkarên Destûra Xurekan de hatin pesendkirin.

Gotûbêjên beşdaran li ser şêweyên xurtkirina ewlehîya xurekê li cîhanê û hêsankirina bazirganîya dadmend, nirxandina pîvanên xurekê û pejirandina pîvanên teknîkî yên ji bo hin hilberên taybet bûn.
Her wiha rapor û encamên komîteyên teknîkî yên ku ji gera borî ve civîyabûn hatin nirxandin, li ser pêşnîyarên projeyên kar ên nû hate axaftin, ligel avakirina şîyan û piştevanîya zanistî û lêkolîn li ser mekanîzmayên xurtkirina beşdarîya dewletên endam û pêşxistina pergalên birêvebirina kar bi rêya teknolojîyên dîjîtal hate kirin.