Şam-SANA
Rêveberê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Hesrîye tekez kir ku guhertina dirav dê bandorê li ser nirxê kirîn û firotinê neke.
Li jêr xalên herî girîng ên gotina Rêveberê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Hesrîye, di rûniştineke dîyalogê di merasîma destpêkirina diravê nû de hene:
Dîtina me ew e ku Bank bibe bingeha niştimanî ya aramîyê û biryara guhertina dirav di çarçoveya vê dîtinê de hat.
Armanca yekem hêsankirina rêkaran, hêsankirina jîyana xelkê û qutkirina têkilîyê bi raborîyê û sembolên wê yên rizî re bû.
Me sûd ji ezmûnên welatên serkeftî di guhertina dirav de girt, wek ezmûna Fransa û Almanyayê.
Em girîngiyê didin aramîya diravî û em li ser amadekirina sîstemeke bankî ya saxlem û sîstemeke diravdanê ya dîjîtal û berfireh dixebitin.
Guhertina dirav dê bandorê li ser nirxa kirîn û firotinê neke, û tê pêşbînîkirin ku ev gav bibe alîkar ku xelk di miameleyên xwe yên rojane de zêdetir pişta xwe bi lîreya Sûrîyê girê bidin.
Di rojên pêş de dê kampanyayeke ragihandinê hebe ku ligel pêvajoyê bimeşe û hûrgilîyan rave bike.