Şam-SANA
Bi derbasbûna salekê li ser rizgarkirina Sûrîyê, sektora diravî û bankî li Sûrîyê guherîneke radîkal li xwe girt. Banka Navendî ya Sûrîyê planeke niştimanî ya berfireh da destpêkirin ku armanca wê vegerandina aramîya diravî bû. Giringtirîn pêngava sîyaseta diravî li welêt derketina Biryarnameya Serokatîyê ya jimare 293 bû.
Banka Navendî ya Sûrîyê di sala 2025an de karî Lîreya Sûrî ya nû bi taybetmendîyên parastinê yên bilind amade û çap bike. Bankê ragihand ku ev lîre bi şeş kategorîyan (5, 10, 25, 50, 100 û 500 lîre) dê di roja yekem a meha Çileyê ya destpêka sala 2026an de têkeve bazarê.
Piştî qutbûna nêzî çardeh salan, Banka Navendî ya Sûrîyê bi awayekî fermî dest bi xebata bi rêya pergala SWIFTê kir. Rêveberê bankê Ebdulqadir El-Husrîye peyama yekem a fermî ji hemû nûnerên bankî re hinart.
Di çarçoveya hewldanên çalakkirina sektora bankî de, vêga lêkolîn li ser dayîna moletan ji bo bankên kevneşopî, îslamî û bankên fînansa hûrdem tê kirin. Her wiha molet ji bo 26 şirketên alûgora dirav û hewaleyan di bin çavdêrîya Banka Navendî ya Sûrîyê de hate dayîn.
Ev xalên borî, bi giştî stratejîyeke niştimanî ya berfireh pêk tînin ku Banka Navendî bi rêya wê ji bo nûavakirina sektora diravî û bankî li gorî hêlên aramîya diravî kar dike.