Şam-SANA
Rêveberê Sindoqa Geşepêdana Sûrîyê Telal Reslan tekez kir ku beşdarîya sindoqê di çalakîyên Foruma Karsazî û Modelên Kar ên Nûjen “DevoGo 2025”ê de li Erebistana Siûdî, di çarçoveya stratejîya niştimanî de ye û beşdarî piştgirîkirina projeyên geşepêdanê û karsazîyê (rêberîya kar) li Sûrîyê dibe.
Sindoqa Geşepêdana Sûrîyê beşdarî gera duyemîn a Foruma Karsazî û Modelên Kar ên Nûjen “DevoGo 2025”ê bû, ku çalakîyên wê di 21ê vê mehê de dest pê kiribûn û duh li Rîyada paytexta Erebistana Siûdî bi dawî bû.
Sindoqa Geşepêdana Sûrîyê sazîyeke serwer e ku bi biryarnameya (mersûm) hejmar 112 ya meha Hezîrana borî hatibû avakirin. Armanca wê beşdarîya di nûavakirina welat û pêşxistina binesazî û dezgehên jînewerî de ye.

