Şam-SANA
Serokê Koma Karê Darayî ya Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (MENAFATF) Hamid Sêf El-Zu’abî, piştrast kir ku destpêkirina stratejîya têkoşîna li dijî şûştina pereyan û fînansekirina terorê ji alîyê Sûrîyê ve, pabendîyeke sîyasî ya zelal ji bo pêşxistina sîstema niştimanî nîşan dide.
Her wisa xewmxurîya wê, bi serokatîya Serok Ehmed El-Şeri’, li ser berdewamkirina cîbicîkirina çaksazîyên dezgehdarî û bihêzkirina amadebaşîya dewletê ji bo şopandina baştirîn pîvan û pratîkên navneteweyî, dupat dike.
El-Zu’abî di daxuyanîyekê de ji SANAyê re îro Pêncşemê got: “Serdana me ya îro di qonaxeke girîng de tê ku Sûrîye tê de şahidîya gavên lezgîn ji bo pêşxistina sîstema xwe ya niştimanî dike, ku ev jî xemxurîya dewletê ya li ser berdewamkirina avakirina sazûmanî, xurtkirina çalakîya alîyên niştimanî û çespandina hevkarîya di navbera sazîyên cuda cuda ên peywendîdar de nîşan dide.”
El-Zu’abî li dawîyê jî dîyar kir ku serdana şanda komê bo Sûrîyê di çarçoveya xurtkirina hevkarîya bi dewletên endam re, piştgirîkirina hewldanên wan ên niştimanî di pêşxistina sîstemên têkoşîna li dijî şûştina pereyan û fînansekirina terorê de, û bihêzkirina amadebaşîya wan ji bo proseya nirxandina dualî di çarçoveya gera sêyemîn de tê, bi awayekî ku bi pîvanên navneteweyî yên ji alîyê Koma Karê Darayî (FATF) ve hatine derxistin re li hev bike.