Şam – SANA
Rêveberê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Hesrîye tekez kir ku rakirina “Qanûna Qeyser”ê qonaxeke werçerxanê ye û dê bandoreke erênî li ser aramîya diravî û aborî ya Sûrîyê bike.
El-Hesrîye ji SANAyê re got: “Eger rakirina Qanûna Qeyserê wekî derhozeyekê (mucîze) xuya bike, ew bi serê xwe derhozeyan çênake; derhozeya rastîn wê demê pêk tê dema ku em hemû bi hev re ji bo avakirina welatê xwe û sazîyên wî û bihêzkirina aramîya aborî û civakî bixebitin.”
Encumena Nûnerên Amerîkayê duh bi piranîya dengan, deng da ji bo hilanîna cezayên ku li ser Sûrîyê hatibûn sepandin li gorî “Qanûna Qeyser”ê ku di Kanûna Pêşîn a 2019an de ji bo cezakirina rejîma hilweşîyayî hatibû pejirandin.