Şam – SANA
Şirketa Petrolê ya Dewletê ya Komara Azerbaycanê “SOCAR”, li Şamê belgeyeke lihevkirinê bi şirketa Qeterî “UCC Petroleum Trading”ê re îmze kir, ku armanc jê lêkolînkirina rêyên hevkarîyê di warên nefta balafiran de ye.
Belge duh ji alîyê Cîgirê Serokê Şirketa “SOCAR” Kenan Najafov û Nûnerê Şirketa “UCC Petroleum Trading” Mûsa El-Neber ve hat îmzekirin. Ev yek bi amadebûna Karbirêkerê Balyozxaneya Komara Azerbaycanê li Şamê Elnûr Şah Huseynov, nûnerê Balyozxaneya Qeterê li Sûrîyê Îsa El-Muheyze û çend rêveberên her du şirketan pêk hat.

Tê zanîn ku Şirketa Qeterî “UCC Petroleum Trading” yek ji şirketên girêdayî “Urbacon” Holdîngê ye, ku Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê di 6ê Mijdara borî de pê re peymanên dawî ji bo avakirina 8 wêstgehên hilberîna elektrîkê îmze kiribûn. Karîna wan a giştî digihîje 5000 mêgawatî, û ev yek di çarçoveya plana niştimanî ya ji bo dabînkirina pêdivîyên enerjîyê yên Sûrîyê û piştgirîkirina proseya geşedana aborî û civakî de tê kirin.
Di 12ê Tîrmeha borî de jî, Şamê bi Şirketa Neftê ya Dewletê ya Azerbaycanê “SOCAR”ê re belgeyeke lihevkirinê ji bo hawirdekirina gaza xwezayî îmze kiribû. Ev yek di çarçoveya serdana fermî ya Serok Ehmed El Şeri’ bo Bakûyê de pêk hatibû, ku tê de belge ji alîyê Wezîrê Aborîyê yê Azerbaycanê û Serokê Desteya Çavdêrîyê ya Şirketa “SOCAR”ê Mîkaîl Cabbarov û Wezîrê Enerjîyê yê Sûrîyê Mihemed El-Beşîr ve hatibû îmzekirin.