Şam-SANA
Îro nirxê zêr li bazara Sûrîyê li gorî pêr bi qasî 50 hezar lîreyên Sûrî bo gramek zêrê 21 qîrat kêm bû, ku gihiştibû 1,410,000 lîreyên Sûrî.
Li gorî lîsta Sendîkaya Zêrîngeran, nirxê firotina gramek zêrê 21 qîrat gihiştiye 1,360,000 lîreyên Sûrî û nirxê kirînê jî gihiştiye 1,330,000 lîreyên Sûrî.
Her weha nirxê firotina gramek zêrê 18 qîrat gihiştiye 1,165,000 lîreyên Sûrî û nirxê kirînê jî gihiştiye 1,135,000 lîreyên Sûrî.
Sendîkayê li hemû parêzgehan bang li xwedîyên dikanên zêran kir ku pabendî nirxê fermî bin û bi awayekî zelal li ser cama dikanan nîşan bidin, û hişyarî da binpêkeran ji berpirsyarîya qanûnî.