Şam-SANA
Li gorî bultena Sendîkaya Zêrîngeran, îro li bazara Sûrîyê nirxê her gramek zêrê 21 qîrat 45,000 lîreyên Sûrî daketiye, ku nirxê firotinê gihiştiye 1,310,000 lîreyên Sûrî, û nirxê kirînê jî gihiştiye 1,280,000 lîreyên Sûrî.
Her weha nirxê firotina gramek zêrê 18 qîrat gihiştiye 1,125,000 lîreyên Sûrî û nirxê kirînê jî gihiştiye 1,095,000 lîreyên Sûrî.
Sendîkayê tekez kir ku pabendîya bi nirxê fermî bin, û nîşandana nirx li ser cama dikanan, pêwîst e, û hişyarî da binpêkeran ji berpirsyarîya qanûnî.