Şam-SANA
Îro nirxê zêr li bazara Sûrîyê li gorî duh bi qasî 80 hezar lîreyan kêm bû, li gorî lîsta Sendîkaya Zêrîngeran, nirxê firotina gramek zêrê 21 qîrat gihiştiye 1,350,000 lîreyên Sûrî û nirxê kirînê jî gihiştiye 1,320,000 lîreyên Sûrî.
Her weha nirxê firotina gramek zêrê 18 qîrat gihiştiye 1,160,000 lîreyên Sûrî û nirxê kirînê jî gihiştiye 1,130,000 lîreyên Sûrî.
Sendîkayê bang li xwedîyên dikanên zêran kir ku pabendî nirxê fermî bin û bi awayekî zelal li ser cama dikanan nîşan bidin.