Şam-SANA
Çalakîyên Foruma Aborî ya Sûrî-Awistrî-Almanî ya 2025 bi amadebûna nûnerên dezgeh û sazîyên aborî yên Sûrîyê û karsaz û veberhênerên ji her sê welatan, li Otela Golden Mazzeh a Şamê dest pê kirin.
Armanca forumê ew e ku derfetên veberhênanê yên li Sûrîyê di sektorên cuda yên hilberîn û xizmetguzarîyê de pêşkêş bike, her wiha qad û warên hevkarîyê di navbera kompanîyên Sûrî, Awistrî û Almanî de berfirehtir bike.