Şam – SANA
Desteya Navendî ya Çavdêrî û Lêgerînê ragihand ku di peymanên hawirdekirina gaz û petrolê ku di serdema rejîma rûxîyayî de hatibûn îmzekirin, binpêkirinên darayî û teknîkî yên bi dehan milyar lîreyên Sûrî hatine kirin.
Li gorî agahîyên ku SANAyê bi dest xistine, yek ji şandeyên lêgerînê têkilîya peymanî ya di navbera kompanîyeke giştî ku di sektora gaz û petrolê de kar dike û sazîyeke giştî ya bazirganîya hesin û alavên avahîsazîyê de, lêkolîn kir.
Ji şandeya lêgerînê re dîyar bû ku ji ber nebûna alavan di embarên sazîya bazirganî de, peyman bi hawirdekarên duyemîn re hatine îmzekirin da ku pêdivîyên kargehên kompanîya petrolê li çoltera Humsê peyda bikin. Lewra jî, şandeyê alîkarî ji çend komîteyên pispor ên teknîkî xwest da ku taybetmendî û bihayan lêkolîn bikin.
Di encama karê lêkolînê yê şandeyê de, cudahîyên mezin ên bihayan ku ji 32 milyar lîreyên Sûrî (2,832,860 $) derbas dikir, hatin dîtin.
Desteya Navendî ya Çavdêrî û Lêgerînê di meha Îlona borî de, bi rêya vekoler û komîteyên xwe yên lêgerînê, gendelîyeke bi nirxê bêhtirî milyon dolarên Amerîkî di kargehên Wezareta Berevanîyê de eşkere kiribû, ku ew jî vedigere serdema rejîma hilweşîyayî.