Şam-SANA
Di çarçoveya vegerandina maf û neheqîyan de, Desteya Giştî ya Derwazeyên Bejahî û Deryayî dest bi vegerandina milkên ku di serdema rejîma berê de ji alîyê Rêveberîya Giştî ya Gumrikê ve bi neheqî hatibûn desteserkirin, li xwedîyên wan kir.
Rêveberê Têkilîyên Giştî yên Desteyê, Mazin Elûş, li ser “X”ê ragihand ku piştî kutabûna lêgerînên qanûnî û darayî yên pêwîst, heta niha 73.3 kîlogram zêr, 10 lîreyên zêr, 277 tirimbêl û wesayîtên curbecur, 562 motosîklet û 898 cure kelûpelên din li gorî protokolên fermî, radestî xwedîyên wan hatine kirin.
Elûş tekez kir ku ev pêngav peyameke zelal e ku maf winda nabin û dadmendî dê pêk were û got: “Dema gendelîyê kuta bû û dema qanûnê dest pê kir.” Her wiha hate dîyarkirin ku ew dê di wergirtina daxwazên welatîyan de berdewam bin heta ku hemû maf û milkên desteserkirî li xwedîyên wan bên vegerandin.