Şam-SANA
Cîgirê Wezîrê Abûrî û Pîşesazîyê, Mihemed Yasîn Hûrîye, piştrast kir ku piştî biryara hejmar 37, ku makîneyên pîşesazîyê yên hawirdekirî bacên gumrikê li wan nakeve, bêhtirî 1500 kargeh vegerîyane ser kar. Her weha wî destnîşan kir ku Heleb di serê lîsteya daxwazên vegerê de ye, piştî wê jî, gundewarê Şamê tê.
Wekî din jî, Hûrîye rave kir ku ji bilî nûjenkirina taybetmendîyên standard û pêşxistina jîngeha qanûnî, wezaret hêsankarîyên berfireh dide; her wekû: Hêsankirina destûrdayînê, hilanîna qeydên kevn, û serbestkirina hin pîşesazîyan.
Li alîyê din jî, wî tekez kir ku şêwazê abûrî yê nû, bazareke azad ya pêşbazî ye ku pîşesazîya neteweyî tê de parastî ye, bi armanca vejandina sektora pîşesazîyê û vekirina dergeh li ber veberhênanê.
Etîket: Mihemed Yasîn Hûrîye, Cîgirê Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê, Wezareta Abûrîyê ya Sûrîyê