Şam-SANA
Wezareta Peywendî û Teknlojî Zanyarîyêîro di rêûresmekê de li Otêla Four Seasons li Şamê ragihand ku şîrketa Samsung a cîhanî li bazara Sûrîyeyê vegerîya. Ev gava stratejîk armanca wê ew e ku binesazîya dîjîtal pêş bixe û teknolojîyên peywendîyê yên herî dawî û veguherîna dîjîtal peyda bike.

Wezîrê Peywendîyê, Ebdulselam Heykel, bixêrhatin li vegera Samsungê ya ku piştî 14 salan dîsa li bazarê Sûrîyeyê vegerîya, kir.

Wezîrê Xwendina Bilind, Merwan El-Helebî, ji alîyê xwe ve destnîşan kir ku ev hevkarî beşdarî avakirina binesazîya dîjîtal a nûjen dibe ku şîyanên zanîngeh û xwendekaran zêde dike da ku bi hewcedarîyên perwerdehîya nûjen re hevdem bin.
Birêveberê Samsungê yê Cîbicîkar li Şamê, John Kahn, da xuyakirin ku Samsung dil heye ku karê xwe li Sûrîyê berfireh bike û Sûrîyê bike navendeke herêmî ya veguherîna dîjîtal. Wekî din jî, anî ziman ku dê destpêşxerîne perwerdehîyê yên dîjîtal bêberamber pêşkêşî xwendekarên zankoyan bike da ku pê pêş bikevin.






