Şam-SANA
Wezîrê Darayî Dr. Muhemed Yusir Berniye ragihand ku Serok Ehmed El-Şara fermannameyek derxistiye ku bacên darayî û îdarî yên bikaranîna elektrîkê, ku bi qasî sedî 21.5 pêk dihat, rakirine.
Her weha di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANA re, Wezîr Barnîye rave kir ku ev efûkirin hemî bikarhênerên elektrîkê yên navmalî, bazirganî û pîşesazîyê vedihewîne. Wekî din jî, ku ev gaveke girîng tê dîtin ku dewleta nû ya Sûrîyeyê xema wê dixwe da alîkarîyê pîşesazên Sûrî bike di kêmkirina barê hilberînê de û pêşbazîyê han dide.
Li gorî fermanê, “Wezîrê Darayî ji bo bicihanîna vê yekê hatiye erkdarkirin” û dê ji 1ê Îlona 2025an pê ve were destpêkirin.