Emman-SANA
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve û Koçberan ê Urdunê Eymen El-Sefedî, û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûrîyê Thomas Barrack, berdewamîya piştgirîya hikûmeta Sûrîyê di hewldanên wê yên ji bo parastina ewlehî û serwerîya Sûrîyê de careke din dûpat kirin.
Wezareta Derve ya Urdunê di daxuyanîyekê de ku îro li ser malpera xwe weşandiye, eşkere kir ku El-Sefedî û Barrack di hevdîtina xwe ya duh êvarî de, geşedanên herî dawî yên rewşa Sûrîyê û pêşhatên li Helebê gengeşe kirin.
Her wiha her du alîyan tekezî li ser pêwîstîya pêkanîna demildest a peymana 10ê Adara 2025an kir, ku di navbera hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê de hatibû îmzekirin.
Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûrîyê Es’ed Hesen El-Şeybanî, duh peywendîyeke telefonî ji El-Sefedî wergirtibû, ku tê de geşedanên rewşa Sûrîyê hatin nirxandin.