Şam-SANA
Koma Aştî ya Kelepûra Kurdî êvara duh Sêşemê, di çarçoveya çalakîyên Pêşangeha Navneteweyî ya Tekstîlê “NAS TEX” de, ahengeke hunerî ya ku muzîk, stran û govendên folklorî yên Kurdî gihandin hev li dar xist. Ev yek jî wê yekê dide tekezkirin ku tevnkarî beşekî ji nasnameyeke çandî ya berfireh pêk tîne ku tê de pîşe bi hunerê re û cil û bergên kevneşopî bi bîradanka gelêrî re têkel dibin.
Ahenga ku dergehê xwe li ber hunerên gelêrî yên Kurdî vekir, du beşên stranbêjîyê ji alîyê her du hunermendan Îvana Mihemed û Simko Murad ve, ligel neh tabloyên folklorî yên govenda ku ji kelepûra Kurdî sirûş wergirtine, pêşkê kirin. Ev yek jî di çarçoveya bernameya çandî û hunerî de ya ligel pêşangehê hat, ku armanca wê nasandina cihêrengîya mîrateya çandî ya Sûrîyê ji bo serlêderan û dewlemendkirina serpêhatîya wan e.
Çavdêrê Giştî ê vê çalakîyê Îdrîs Mirado ji SANAyê re dîyar kir ku Wezareta Çandê xem dixwar ku bernameyeke hunerî ya dewlemend û pêşandanên kevnetorî yên cihêreng ên ligel pêşangehê pêşkêş bike, bi awayekî ku beşdarîyê di nîşandana vê mîrateyê de ji bo cemawerê pêşangehê bike.
Ji alîyê xwe ve, hunermend Simko Murad bal kişand ser veqetandina cihekî ji bo folklora Kurdî ji alîyê Wezareta Çandê ve di nav çalakîyên pêşangehê de, ji ber ku ew dibîne ku amadebûna vî rengê hunerî di helkefteke ku girîngîyê dide pîşesazîya tevnkarîyê, girêdana cil û bergên kevneşopî bi muzîk û hunerên gelêrî re xurt dike ku hemû bi hev re xisletên nasnameya çandî pêk tînin.