Şam-SANA
Rêveberîya Giştî ya Şûnwar û Muzexaneyan, bi çavdêrîya Wezîrê Çandê û bi hevrêzîya ligel berpirsên ewlekarîyê, dest bi lêpirsîneke fermî derbarê bûyera windabûna hejmarek pêmayên arkeolojîk ji Muzexaneya Niştimanî ya Şamê kir.
Rêveberîyê tekez kir ku bûyerê bandor li xebatên muzexaneyê yan jî li pêşwazîkirina mêvanan nekiriye, û got ku tedbîrên yekser ji bo mukumkirina parastin û şopandinê hatine standin.
Her weha nerîneke hûrbîn li hemû pêmayên arkoelojîk tê kirin ji bo misogerkirina saxlemîya wan, û Rêveberîyê tekez kir ku parastina şûnmayên Sûrî erkekî niştimanî û exlaqî ye.
Rêveberîyê da xuyakirin ku encamên lêpirsînê dê paşê werin ragihandin, wek beşekî ji planeke niştimanî ji bo mukumkirina ewlehîya muzexaneyan û parastina şûnmayên çandî yên Sûrîyê.