Şam-SANA
Nîşandana fîlmê “Cîran” ê derhênerê Sûrî Mano Xelîl, di dema çalakîyeke sînemayî de ku di çarçoveya “Rojên Çanda Kurdî” li Şamê hat lidarxistin, rastî pêşwazîyeke mezin û bandoreke berfireh a beşdaran hat. Fîlm ji ber nêzîkatîya xwe ya mirovî û civakî ya ji bo hûrgilîyên jîyanê li gundên sînorî yên Sûrîyê bal kişand.
Fîlmê ku dem wê 124 deqîqe ye, çîroka zarokê Kurd “Şêro” vedibêje ku di salên heştêyî yên sedsala borî de li gundekî sînorî yê di navbera Sûrîye û Tirkîyê de dijî. Şêro di jîyana xwe de bi guhertinên dijwar re rû bi rû dimîne, nemaze piştî sepandina sîyasetên cudakarî û neteweperestîyê. Fîlm wêneyekî hunerî li ser têkilîyên civakî yên di navbera Kurd, Ereb û Cihûyên Sûrîyê de pêşkêş dike.

Fîlmê Cîran zêdetirî 50 xelatên navdewletî wergirtine, di nav wan de xelata komîteya dadwerîyê ya baştirîn fîlmê cîhanî di Festîvala Sînemayê ya “META” li Dubayê, û xelata taybet a komîteya dadwerîyê ya Festîvala Navdewletî ya Sînemayê ya Mafên Mirovan li Barselonayê.
