Şam-SANA
Gava ku qala zanista jîyannameyan di kelepora Îslamê de tê kirin, pirtûka “Sîyer `Elam El-Nubela” (Jînenîgarîya Kesayetên Bijarte) wekî yek ji pirtûkên herî mezin dertê pêş. Vê berhemê jîyannameya zana, îmam û serkirdeyên mezin parastiye û pirek di navbera dîrok, zanîn û rexneyê de ava kiriye.
Di beşa “Pirtûkên Bingehîn” de, SANAya Çandî li ber vê berhema Îmam Şemsedîn Mihemed bin Ehmed bin Osman El-Zehebî (673-748 Koçî) radiweste, ji ber nirxê wê yê zanistî yê kûr di vekolîna navdar û Zanista Zilaman (vebêjerên hedîsan) de.
Ev pirtûk di nav çavkanîyên keleporê de xwedî cihekî bilind e. Ew bi tomarkirina jîyannameyên kesayetên navdar nasekine, lê belê wêneyekî berfireh li ser jîyana zanistî û hizrî ya şaristanîya Îslamî pêşkêş dike.
Pirtûkê vegotina dîrokî û nêrîna rexneyî gihandiye hev, lewma heta roja me ya îro jî ji bo lêkolînvanên dîroka Îslamî, Zanista Zilaman û jîyannameyan çavkanîyeke hîmdar e.
El-Zehebî: Dîroknasê Îslamê û Rexnevanê Zilaman
Ansîklopedîya Erebî dîyar dike ku Îmam El-Zehebî li Şamê di nav jîngeheke zanistî ya çalak de mezin bûye, ku wê demê xelekên hedîs, fiqih û dîrokê geş û şên bûn. Malbata wî ya zanisthez rê li ber wî vekir ku ji zarokatîyê ve dest bi xwendinê bike.
El-Zehebî zanistên hedîs, fiqih, ziman û dîrokê xwendin. Li bajarên sereke yên Welatê Şamê gerîya û çû Misr û Hîcazê. Li wir li ser destê zanayên mezin perwerde bû heta ku di sedsala 8an a koçî de bû yek ji îmamên herî navdar ên hedîs, dîrok û rexneyê.
Têkoşîna wî ya zanistî li ser du rêçên temamker dimeşîya. Ya yekem, danîna pirtûkan bû, ku wî gelek berhem û namîlke di warê hedîs, dîrok û jîyannameyan de li pey xwe hiştin.
Rêça duyem jî wanebêjîya li navendên hedîsê li Şamê bû. Bi vî rengî wî lêkolîn û hînkirin gihandin hev û di nav zanayên dewrana xwe de cihekî girîng girt.
Ji “Dîroka Îslamê” ber bi “Sîyer El-’Elam”ê ve
El-Zehebî pirtûka “Sîyer ‘Elam El-Nubela’” ji berhema xwe ya mezin Dîroka Îslamê wergirtiye. Lê wî ne tenê ew kurt kiriye, belê naveroka wê ji nû ve dariştiye da ku kesayetên bibandor di dîroka Îslamî de derxe pêş.
Îmam El-Zehebî jîyannameyên gelek kesan berfireh kirin û çîrok û têbînîyên rexneyî lê zêde kirin, ku vê yekê nirxekî serbixwe û taybet da berhemê. Di vê berhemê de wî bûyerên giştî kêm kirin û bi piranî cih da dîroka wefata kesan û jîyannameyên wan, lewma ev pirtûk bêtir nêzîkî zanista çîn û jîyannameyan e.
Çavkanî û Hebûna wî di Pirtûkxaneya Keleporî de
Gelek çavkanî hene ku mirov dikare di xwendina “Sîyer ‘Elam El-Nubela’” de serî lê bide. Ya herî navdar çapa Dezgeha El-Rîsale ye ku bi serperiştîya Şêx Şueyb El-Ernaût hatiye amadekirin.
Her wiha ev pirtûk di pirtûkxaneyên elektronîk ên mîratê de wekî “El-Mektebe El-Şamîle” û “Îslam Web” jî heye, ku ev platform bi rêya pêristên xwe alîkarîya xwendevanan dikin ku bi hêsanî li çîn û kesayetan bigerin.