Şam-SANA
Sûrîyê 23 parçeyên şûnwarî wergirtin ku ji sala 2010an ve bi deyn li Enstîtuya Cîhana Erebî ya Parîsa Fransayê bûn. Ev pêngav nîşana geşbûna hevkarîya çandî di navbera her du welatan de ye û hewldanên vegerandin û parastina mîrata şaristanî ya Sûrîyê xurt dike.
Parçeyên ku bi rêya balafirê gihîştin Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê, radestî Rêveberîya Giştî ya Şûnwar û Muzexaneyan hatin kirin, da ku rêveberî paşê wan di pêşangeheke taybet de nîşanî raya giştî bide.
Wezîrê Çandê Mihemed Yasîn El-Salih di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dûpat kir ku vegerandina parçeyên şûnwarî ji alîyê Enstîtuya Cîhana Erebî ve bo welatê wan ê resen, hevdem ligel serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo Şamê, wateyên kultûrî û sîyasî yên mezin hildigire.
Ji hêla xwe ve, Rêveberê Giştî yê Şûnwar û Muzexaneyan Dr. Mesûd Bedewî ji SANAyê re axivî û anî ziman ku Rêveberîyê duh êvarê 23 parçeyên şûnwarî wergirtin ku dîroka wan ji serdemên berî dîrokê heta serdema Îslamî dirêj dibe, û nîşana hejmarek ji girîngtirîn cihên şûnwarî yên Sûrîyê ne, fena: Marî, Tedmur, Ugarît û Qesra El-Heyrê.