Şam-SANA
Duh Duşemê Enstîtuya Cîhana Erebî li Parîsê, 23 parçeyên şûnwarî ku sala 2011an ji muzexaneyên Sûrîyê deyn kiribûn, vegerandin. Ev parçe ji bo beşdarkirina di pêşangeha domdar de ku şaristanîya cîhana Erebî vedibêje, ligel komeke din a parçeyên welatên Erebî hatibûn deynkirin.
Rêveberîya Giştî ya Şûnwar û Muzexaneyên Sûrîyê di daxuyanîyekê dîyar kir: Parçe dê bigihîjin Muzexaneya Niştimanî ya Şamê hevdem bi serdana Serokê Fransayê Emmanuel Macron re. Seroka enstîtuyê di nav şandeya fermî ya Macron de ye û dê parçeyan piştî 15 salên dûrbûna ji welatê wan radestî Rêveberê Giştî yê Şûnwar û Muzexaneyan Dr. Mesûd Bedewî û Rêveberê Karûbarên Muzexaneyan Emar Kenawî bikin.
Rêveberîyê her weha got: Ev kom parçeyên bêhempa yên ji serdemên cuda cuda li xwe digire, ji pêşdîrokê heta serdemên Îslamî. Ligel komeke din a parçeyên giranbiha.
Rêveberîyê da zanîn ku biryar bû vegera van parçeyan sala 2014an pêk bihata, lê şert û mercên şer li Sûrîyê rê li ber girt. Rejîma berê di vegerandina wan de bi ser neket û karbidestên Fransî jî ji ber şer û nebûna şert û mercên parastina guncaw, ew venegerandin. Lewma ev bûyer girîng e, ji ber ku ev parçe piştî rizgarkirinê û vegera ewlehîyê vedigerin Sûrîyê.

