Şam-SANA
Şêwirmendê Serokatîya Komarê ji bo Karûbarên Ragihandinê, Dr. Ehmed Muwefeq Zeydan, tekez kir ku lidarxistina Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Şamê di meha Sibata bê de, vegereke çandî ya girîng e piştî rawestana çend salan ku ji ber kiryarên rejîma berê pêk hatibû.
Zeydan dîyar kir ku ev pêşangeh berdewamîya pêşangeha Idlibê ye, Sûrîyê vedigerîne cihê wê yê asayî li qadên erebî û çandî, ji ber ku ew wek penceroyeke pevguherinê ye di navbera Sûrîye û cîhanê de.
Zeydan bal kişand ser rola jiyanbexş a pêşangehên çandî di nîşandana berhemên çandî yên Sûrî de, yên ku ev demeke dirêj e hatibûn veşartin. Her wiha bang kir ku bêhtir guhdan bi mijarên azadîyê û ezmûnên vejîna welatan a piştî krîzan bibe.
Wî dît ku pêşangeh platformek e ji bo têkilîyên çandî û ramanî, û gaveke bingehîn e ji bo vegerandina cîgehê çandî yê Sûrîyê li ser asta herêmî û navneteweyî.