Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Rojnameya “El-Usbu’ El-Edebî” Dosyaya Rola Wêjevanan di Nivîsandina Dîroka Şoreşa Sûrîyê de Vedike
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Çand û Huner > Rojnameya “El-Usbu’ El-Edebî” Dosyaya Rola Wêjevanan di Nivîsandina Dîroka Şoreşa Sûrîyê de Vedike

Rojnameya “El-Usbu’ El-Edebî” Dosyaya Rola Wêjevanan di Nivîsandina Dîroka Şoreşa Sûrîyê de Vedike

Hat weşandin: 2025/11/03 11:03 PM
Hat nûkirin: 2025/11/03 11:03 PM

Şam-SANA

Hejmara nû ya rojnameya “El-Usbu’ El-Edebî” (Heftenameya Wêjeyî) ku ji alîyê Yekîtîya Nivîskarên Ereb ve tê derxistin, rola wêjevanan di nivîsandina dîroka Şoreşa Sûrî de pîroz kir, têkilîya di navbera afirandina wêjeyî û karê dîrokî de, û girîngîya belgekirina wêjeyî di parastina bîra neteweyî ya Şoreşa Sûrî û fedakarîyên gelê wê de destnîşan kir.

Wêje Û Dîrok.. Hevgirtina Afirandin û Bîranînê

Dosya ku sernavê wê “Gelo Wêjevanan di Nivîsandina Dîroka Şoreşê de Rolek Heye?” Pirsyareke bingehîn li ser hevgirtina dîroknas û wêjevanan di destnîşankirina bûyera neteweyî de derxist holê, û hejmarek nivîskar û rexnegiran wek Suad Cerûs, Nûredîn Îsmaîl, Doktor Fadî Ûta Başî, û Ridwan El-Seh, beşdarî gengeşeyê bûn.

Rexnegir Mihemed Mensûr sergotara hejmarê bi sernavê “Dîroka Şoreşê û Berpirsyarîya Wêjevanan” nivîsî, û behsa astengîyên ku nivîskar di lihevanîna azadîya derbirînê û rastîya şahidîya wêjeyî de rûbirû dibe, û rola wêjevan di parastina bîra komî ji jibîrkirinê de kir.

Lêkolînên Rexneyî û Xwendinên Wêjeyî

Hejmarê komek lêkolînên rexneyî û xwendinên wêjeyî di nav rûpelên xwe de hewandin, di nav de xwendina Doktor Amine Hezmun ji Cezayîrê di dîwana “Çivîk Nanê Min Didizin” a helbestvan Elaa El-Qetrawî de, û lêkolîna Husamedîn Xedûr li ser wergerê wek çavkanîyeke çandî di Şoreşa Sûrî de.

Her weha rûpelên wêjeyî xwendinên di berhemên Eymen Nasir, Newar El-Maxût, Doktor Tariq El-Erîfî, û Ayat El-Qadî de li xwe girt, digel lêkolîna Doktor Ebdulrezaq El-Derbas li ser binyata bûyerê di romana “Fecr” a nivîskar Îxlas Heno de.

Dosyaya Afirandinê û Çalakîyên Çandî

Dosyaya afirandinê helbest û çîrokên hejmarek helbestvan û nivîskarên ji Sûrîyê û cîhana Erebî li xwe digire, di nav de Zumeye El-Yeqûbî, Mihemed Wehîd Elî, Îyad El-Qaîd, û Ebdullah Sermed El-Cemîl, her weha ronîkirineke berfireh ji bo çalakîyên Mîhrîcana “Eyam El-Burde” ku helbestvanên Ereb ji bo pîrozkirina Jîyannnameya Pêxember Mihemed (dirûd û silavên Xwedê lê bin) mêvandar kiribû.

Di gotara dawî ya hejmarê de, ya Mihemed Zekerîya El-Hemed bi sernavê: (Pirên di Navbera Wêje û Jîyanê de), qala sê piran kir, ew jî hevsozî, şoreş û keşfkirina xweser in.

Peyama Hejmarê.. Wêje Bîrewerîya Welêt e

Hejmara nû ya “El-Usbu’ El-Edebî” meyleke rizgarker nîşan dide ku çanda belgekirinê û berpirsîyarîya wêjeyî di parastina bîra Şoreşa Sûrî de xurt dike, û tekez dike ku wêje ne refahîyeteke estetîk e, lê belê kiryareke neteweyî û zanistî ye ku hebûna mirovê Sûrî di rûbirûbûna jibîrkirinê de xurt dike.

Rêveberê Enstîtuya Dîplomasî Xurtkirina Bernameyên Perwerdehîyê bi Balyozê Imaratê re Gotûbêj Dike
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Teqîna Terorîstî ya Şamê Şermezar Dike
Komeleya Osman Sebrî Hebûna Kelepora Kurdî Xurt Dike
Cêwîtîya Kurd û Ereban li Pirtûkxaneya Niştimanî ya Sûrîyê
Wezîrê Rewşên Awarte ligel Karsparê Balyozxaneya Qibrisê xurtkirina amadebaşîya di rewşên awarte de gotûbêj dike
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Dîroka Şoreşa SûrîRojnameya El-Usbu’ El- EdebîŞam
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Tirkîye Sersaxîyê ji bo Malbatên Qurbanîyên Bûyera Trafîkê ya li ser Rêya Dêrezor û Şamê Dixwaze 

July 26, 2026

Wezîrê Veguhestinê Tekezîyê li ser Giringîya Nûjenkirina Rêya Dêrazor – Şamê Dike

July 25, 2026

Tîma Sûrîyê ya Ciwanên Jin a Futbolê Derbasî Lîstika Dawî ya Qehremanîya Yekîtîya Rojavayê Asyayê Dibe

July 25, 2026

​Guterres li Şamê bi Serokê Encumena Gel û Hejmarek Berpirsan re Civîya

July 25, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?