Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Trajedîya Malbateke Kurd li Mexribê Deng Veda: “Darên Bêdeng” xelata yekemîn wergirt
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Çand û Huner > Trajedîya Malbateke Kurd li Mexribê Deng Veda: “Darên Bêdeng” xelata yekemîn wergirt

Trajedîya Malbateke Kurd li Mexribê Deng Veda: “Darên Bêdeng” xelata yekemîn wergirt

Hat weşandin: 2025/11/21 4:43 PM
Hat nûkirin: 2025/11/21 4:43 PM

Nador-SANA

Li bajarê Nador ê Mexribê, çardemîn Festîvala Navdewletî ya Sînemayê û Bîra Hevbeş (International Festival of Cinema and Common Memory) ku ji 15 heta 20ê Mijdarê berdewam kir, bi şeveke xelatdayînê bi dawî bû. Di festîvalê de fîlmê ku çîroka biêş a malbateke Kurd vedibêje, mohra xwe li şevê xist.

Di kategorîya belgefîlman de, fîlmê “Darên Bêdeng” (Silent Trees) yê derhênera Polonî Agnieszka Zwiefka, xelata yekemîn wergirt. Fîlm behsa serpêhatîya malbateke Kurd dike ku hewl didin di ser sînorê Belarûs û Polonyayê re derbasî Ewropayê bibin.

Di wan daristanên sar û bi-berf de, dayika malbatê jîyana xwe ji dest dide û keça wan a 16 salî Rona, berî wexta xwe mezin dibe; ew neçar dimîne ku barê xwedîderketina li xwişk û birayên xwe yên biçûk bigire ser milên xwe. Fîlm ronahîyê dide ser rewşên mirovî yên taybet û kûr.

Biryara Yekdengî ya Jûrîyê

Fîlm ji alîyê komîteya jûrîyê ve, ku serokatîya wê Wezîra berê ya Çandê ya Fransayê Necat Belqasim dikir, bi yekdengî hêjayî xelatê hat dîtin. Di nava endamên jûrîyê de, romannivîsê navdar ê Kurd Jan Dost jî cih girt.

Jan Dost: “Fîlmê me li hemberî berhemên girîng bi ser ket”

Endamê jûrîyê Jan Dost têkildarî xelatê ji ajansa SANAyê re daxuyanîyek da. Dost dîyar kir ku fîlmê “Darên Bêdeng” di pêşbirkê de li hemberî şeş belgefîlmên din ên girîng têkoşîyaye ku hemûyan behsa şer, tundî û bandora wan a li ser jîyana mirovan dikir.

Dost derbarê fîlmên din ên pêşbirkê de ev agahî dan: “Di nav fîlmên ku rikberî dikirin de; fîlmê ‘Ez ê Te Ji Bîr Nekim’ ê derhênerê Mexribî Mihemed Riza Geznayî ku behsa bapîrê xwe yê di Şerê Colanê (1973) de şer kiriye dike, fîlmê ‘Kubayî’ yê Ezîz Axwadir ku dabaşa zarokên penaber ên Sehrawî yên birine Kubayê dike, hebûn. Her wiha fîlmên ‘Derbarê Agir De’ yê li ser tundîya dij-kapîtalîzmê li Swîsreyê, ‘Serxwebûna Cezayîrê Dozeke Mexribî ye’ û fîlmê ‘Şervan’ ê li ser şerê navxweyî yê Spanyayê jî di pêşbirkê de bûn.”

Xelatên Din ên Festîvalê

Di festîvala ku îsal 14emîn car hat lidarxistin de, di kategorîyên din de jî xelat hatin belavkirin:

Fîlmê Dirêj ê Herî Baş: Xelat çû ji fîlmê “Otobus 47” re.

Kurtefîlmê Herî Baş: Xelat bi fîlmê “Deqa Bayê” (Weşm el-Rîh) hat dayîn.

Muze û Antîkîteyên Sûriyeyê peykerên keviriyê kevnar yên Palmîrenê (Tedmur) werdigirin
​Koma Aştî ya Kelepûrê Tabloyên Hunerî ji Folklora Kurdî di Pêşangeha ya “NAS TEX” de Dirêse
Bi Boneya Roja Cîhanî ya mûzîxaneyan.. Mûzexaneyên Sûrî Sibe Deriyên Xwe Bê Beramber li Pêş Mêvanan Vedike
Li Komeleya Çandê ya Jinan li Şamê Semînerek li ser Romana “Emîret El-Zemen El-Cemîl” Hat Lidarxistin
Di Bîranîna Cejna Rizgarîyê de, Wezareta Çandê Pêşbirka Nivîsandin û Awazdanîna Sirûda Niştimanî Da Destpêkirin
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Çardemîn Festîvala Navdewletî ya Sînemayê û Bîra HevbeşJan DostMexrib
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Wezîrê Veguhestinê Tekezîyê li ser Giringîya Nûjenkirina Rêya Dêrazor – Şamê Dike

July 25, 2026

Tîma Sûrîyê ya Ciwanên Jin a Futbolê Derbasî Lîstika Dawî ya Qehremanîya Yekîtîya Rojavayê Asyayê Dibe

July 25, 2026

​Guterres li Şamê bi Serokê Encumena Gel û Hejmarek Berpirsan re Civîya

July 25, 2026

“Texrîbeya Sûrî”.. Romana ku Bîrewerîya Welat û Mirov Vedigerîne

July 25, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?