Şam-SANA
Sekreterîya Giştî ya Serokkomarîyê civînek ji bo gotûbêjkirina amadekarîyên lidarxistina Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Şamê li dar xist. Di civînê de, Wezîrê Çandê Mihemed Yasîn El-Saleh raporek li ser amadekarîyên rêxistinî, teknîkî û bernameya çandî ya ligel pêşangehê pêşkêş kir.
Alîyên peywendîdar amadebûna xwe ji bo hevrêzkarîyê tekez kirin, daku xula yekem a piştî rizgarkirinê bi ser bikeve, û beşdarîyeke berfireh ji alîyê weşanxane û çalakîyên çandî yên navxweyî û navdewletî ve were misogerkirin.
Beşdarên civînê bêhtir giringî dan hevtemamkirina xebatê û çareserkirina astengîyan daku armancên çandî û neteweyî yên pêşangehê pêk werin.Biryar e ku pêşangeh di 5ê Sibata bê de li Bajarê Pêşangehan li gundewarê Şamê dest pê bike, bi beşdarîya zêdetirî 500 weşanxaneyên erebî û bîyanî, di bin dirûşma:“Dîrokek heye em dinivîsin… Dîrokek heye em dixwînin”.




