Şam-SANA
Sendîkaya Hunermendan nûçeya koçkirina hunermend Ehmed Mellî ragihand, ku îro sibehê di 80ê salîya xwe de, piştî nexweşîyeke ku di van demên dawî de lê peyda bûbû, çû ser dilovanîya xwe.
Termê rehmetî wê ji Nexweşxaneya Niştimanî ya Şamê bê rakirin, û piştî nimêja esrê li Mizgefta Seîd Paşa ya li taxa Riknedînê (Taxa Kurdan) nimêja cenazeyê li ser bê kirin û li goristana “Al Reşî” ya li heman taxê bi axê bê spartin.
Hêjayî gotinê ye ku derketina dramayî ya dawî ya lîstikvan Ehmed Mellî, sala 2024an di rêzefîlma “Kesr Ezm” (Şikandina Hestîyan), beşa duyem de bû.